QSD’ê nasnameya şervanekî ku di encama êrişeke şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû, eşkere kir û soza domandina rêya şehîdan da.
Têkildarî şehadetê navenda ragihandin û çapemeniyê ya QSD’ê daxuyaniyek da û got:
“Şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê erişî dewriyeke me li bajarokê Mihêmîde yê rojhilatî Dêrazorê kirin.
Di dema bersivdayîna êrişê de, şervanê me Mihemed Elî El Xelîl şehîd bû.”
QSD’ê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza tolhildana şehîdan û pêkanîna hêviyên wan da.
Li gorî daxuyaniyê jî nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Şahîn
Nav û paşnav: Mihemed Elî El Xelîl
Navê dayîkê: Meryem
Navê bav: Elî
Cihê jidayîkbûnê: Dêrazor
Cih û dîroka şehadetê: Mihêmîde/ Dêrazor, bersivandina êrişa şaneyên DAIŞ`ê, 20`ê Îlona 2025.”



