Li Mexmûrê Çalakiya Nobetê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê lidarxistin, bi koma 155’an di roja 791’an de didome.
Merasîma dewre girtinê li li saziya malbatên şehîdan bi beşdariya gel û çalakvanan hat lidarxistin.
Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê koma 154’an Bêrîvan Tûnc axivî.
Bêrîvan Tunç biryara Konseya Ewropayê bi tundî rêxne û şermezar kir û got:
“Emê bibin layîqê ked û têkoşîna Rêber Apo dide meşandin.
Ji bo em bibin layîqê têkoşîna Rêbertî, heta bi fîzîkî azad nebe em ê her li qada bin.”
Piştî axaftinan kom 154’ê çalakî bi durişmeyan dewrî koma 155’an kir.



