Li Efrîna dagirkirî çeteyan bi ser maleke Êzidî de girt, li xwediyên malê da û zêr û pereyên wan dizîn.
Li gorî çavkaniyên xwecihî bûyer roja 19 Îlon 2025’an pêk hat.
Çeteyên dagirkeriyê li gundê Çeqela Cûmê yê navçeya Cindirêsê bi ser mala şênî Fetah Elî Mûsa (50) de girt.
Çeteyan li xwediyê malê û hevjîna wî da, piştre zêr û pereyên wan dizîn û gefa kuştinê li wan xwarin.
Her wiha dema çeteyan gef li wan dixwarin li hember xwediyê malê û hevjîna wî yên Êzidî kêr kişandin.



