Li bajarê Marsilya yê Fransayê, bi beşdariya Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan civîneke gel hate lidarxistin.
Di civînê de, geşedanên rojevê hatin nirxandin.
Omer Ocalan di civînê de axivî û diyar kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gav bi gav tê avakirin û ji bo serkeftina vê pêvajoyê, divê Rêber Apo di şertên azad de siyasetê bike.
Helwesta Rêber Apo li ser Rojava zelal e û got: “Divê Kurd teng nefikirin.
Omer Ocalan derbarê entegreyê de jî axivî û got:
“Divê şaş neyê famkirin.
Entegrasyon ew e ku her kes bi ziman û çanda xwe ya azad bi dewletê re bibe yek.”



