Têkildarî 80’emîn Lijneya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî û çalakî hene.
Nûnerê Taybet ê Sûrî yê Amerîkayê Barrack diyar kir ku li Rojhilata Navîn aştî xeyal e.
Serokê Hikumeta Veguhêz a Sûrî Ahmed Şeri jî li wir e. Ew jî axivî û got: “Lihevkirina ewlekariyê ya bi Îsraîlê re di astên pêş de ye.”
Her wiha, li Kanadayê li dijî hebûna Colanî ya li Neteweyên Yekbûyî çalakî hat lidarxistin.
Nûnerê amerîkî yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack ji Sky News Arabîa re axivî. Diyar kir ku aştî li Rojhilata Navîn xeyal e û wekî sedema wê jî filistînî, îsraîlî, urdunî, lubnanî, sûriyeyî û tirk nîşan dan.
Her wiha got naskirina dewleta Filistînê “ne kêrhatî ye”.
Ehmed Şeri: Lihevkirina ewlekariyê ya bi Îsraîlê re di astên pêş de ye
Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şeri li New Yorkê di lûtkeya Concordia de axivî, banga rakirina cezayan ji ser Sûriyeyê kir û îdia kir ku hikumeta wî nûnertiya tevahî gelê Sûriyeyê dike.
El Şeri da zanîn ku lihevkirina ewlekariyê ya bi Îsraîlê re di astên pêş de ye.
Li Torontoyê protestoya li dijî Colanî: NY divê ji vê şaşîtiyê vegere
Colanî li bajarê Toronto yê Kanadayê ji aliyê Kurd, Erebên Elewî û Durziyan ve hat protestokirin.
Meşa li Torontoyê li ber Qonsolosxaneya Kanada-DYE’yê dest pê kir û bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li ber Meclîsa Zagonsaz a Ontariyoyê bi dawî bû.
Xwepêşandêran bal kişand ku bi serkêşiya Colanî li Sûriyê li dijî pêkhateyên etnîkî û olî komkujî hatine kirin û wiha hat gotin: “Colanî kujerek e. Wî jin û zarok kirine armanc, ferman dane DAÎŞ û El Nusrayê. Divê NY tavilê ji vê şaşiyê vegere.”



