Endama Tevgera Azadiya Kurdistanê Hêlîn Umît ji Medya Haberê re axivî, destnîşan kir ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û wiha got: “Me di merheleya yekemîn de tiştên ku ketin ser milên me pêk anîn. Wekî çawa me ev kirin, niha di merheleya duyemîn de ji bo ku Rêber Apo karibe siyasetê bike divê pêşî lê bê vekirin.”
Hêlîn Umît got heger Rêber Apo dîlgirtî be ti pêşketin çênabe û wiha dewam kir: “Em hemû tevlî Rêber Apo bûne. Rêxistina me Rêber Apo ye. Rastiya me Rêber Apo ye.”
Hêlîn Umît bal kişand li ser planên êrîşê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur-Rojhilatê Sûrî jî û wiha axivî: “Têgîna entegrasyona demokratîk îfadeyeke ji bo çar parçeyên Kurdistanê ye. Komkujiyên di demeke nêz de pêk hatine, li dijî Herêma Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûrî pêxistina fîşeka êrîşê, diyar dike ku pêvajoyeke wisa nikare bimeşe. Mirov çawa dikare ji bo civakeke wisa bi êrîşan rû bi rû re bibêje xwe bêyî parastin bihêle û teslîm bibe?”



