Parlomenterên berê û şîrovekarên siyasî yên Iraqî hebûna baregehên artêşa Tirka dagirker li Iraqê û başûrê Kurdistanê nirxandin, siyastemedaran gotin “Dewleta Tirk bi hincete ewlehî hebûna xwe rewa dike, lê rastî jivê mezintire divê hêzên Tirk ji nav xaka Iraqê derbikevin.”
Şîrovekara siyasî Enfal Îzedîn diyar kir ku hebûna hêzên Tirk li Iraqê serweriya wê bin pê dike û got:
“Ti hêcetek rast ji bo destwerdana dewleta Tirk ya li nav xaka Iraqê nîne, ji ber ku hêcet dikir PKK.
Lê anha, divê bê cûdahî hemû hêzên biyanî ji nav xaka Iraqê derbikevin.”
Şîrovekar Mistefa Selam destnîşan kir ku Enqereyê çavberdaye ser xaka Iraqê dike û wiha got:
“Piştî pêngava PKK’ê ya çek şewitandinê, êdî ti hêcetek dewleta Tirk nemaye.
Divê dewleta Tirk piştî vê pêngavê êdî asîmanê Iraqê jî binpê neke.”
Şîrovekar Sebah Egîlî jî bang li Wezareta Karê Derve ya Iraqê kir ku ji bo mijarê bikeve nava liv û tevgerê de.
Egîlî got, hêvî dikin ku Tirkiyeya cîran pabendî lihevkirin û peymanên di navbera her du welatan de bibe.



