Zelenskî diyar kir ku ji bo bidawîkirina şer, ew amade ye ku bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re hevdîtinê bike.
Li aliyê din Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî derbarê sucên şer de raporek weşand.
Di raporê de tê diyarkirin ku têkîldarî kiryarên Rûsyayê kesên hatine girtin di dema dîlgirtinê de rastî îşkenceyê hatine.
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskî diyar kir ku ji bo bidawîkirina şer, ew amade ye ku bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re hevdîtinê bike.
Zelenskî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Telegramê de ragihand ku li New Yorkê, ku ji bo 80’emîn Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî lê ye, bi Seroka Konfederasyona Swîsreyê Karin Keller-Sutter re hevdîtin kiriye.
Zelenskî di hevdîtina dualî de behsa gavên ku divê ji bo bidawîkirina şer werin avêtin kir û wiha got:
“Ez amade me ku bi aliyê Rûsî re di asta serokan de hevdîtinê bikim.
Ez spasiya Swîsreyê dikim ku amade ye ev malovaniya hevdîtinan bike.
Lê belê heta niha me ti gavek ji aliyê Rûsyayê ve ku şer bidawî bike nedît.”
Zelenskî: Heya niha hezar û 625 zarokên Ukraynî hatine vegerandin
Her wiha Zelenskî di bernameyeke ku bi serokatiya Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney li dar ket û nêzî 30 welatan nûnerên wan beşdar bûn de axivî.
Zelenskî diyar kir ku ji ber şer bi hezaran zarokên Ûkraynî bi zorê ji Ûkraynayê ber bi Rûsyayê ve hatine birin û got:
“Bi hezaran zarokên me bûne qurbaniyên sûcên Rûsyayê.
Rûsya ew yekem car revandin û sirgûn kirin, niha jî hewl didin ku çanda wan, nasnameya wan, têkiliyên wan bi malbatên wan re û her tiştê di nava wan de ye bidizin.”
Zelenskî anî ziman ku ji ber vê yekê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (UCM) biryara girtina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin derxistiye.
Zelenskî teqez kir ku birina zarokan bi zorê bo welatekî din sûc e û got:
“Îsal em ê biryareke ku revandin û sirgûnkirina zarokan şermezar dike pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî bikin.
“Zelenskî diyar kir ku ji bo vegerandina zarokên Ûkraynî yên li Rûsyayê, civînek bi heman armancê wê li Brukselê were lidarxistin.
NY: Artêşa Rûsî li hemberî girtiyên sivîl ên Ukraynayî êşkence kiriye
Li aliyê din Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî derbarê sucên şer de raporek weşand.
Di raporê de tê diyarkirin ku têkîldarî kiryarên Rûsyayê ji sedî 92’yê kesên hevpeyivîn pê re hatiye kirin, piştrast kirine ku di dema dîlgirtinê de rastî îşkence an muameleya xerab hatine.
Herwiha Rûsan gefa kuştina wan an jî hezkiriyên wan xwarine an jî bi tundî tehdit kirine.
Di raporê de tê gotin ku li herêmên dagirkirî, di kolanan de girtinên keyfî tên kirin, paşê bi hincetên qanûnî yên cuda sûcdarî tên kirin û dîlgirtin dikare bi salan bidome.



