Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê pêvajojya ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin de li navenda giştî ya partiyê civîna çapmeniyê li dar xist.
Ayşegul xwest komîsyon li Rêber Apo guhdarî bike û diyar kir êdî civak li benda gavên berbiçav e.
Ayşegul Dogan diyar kir divê lingê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk yê civakî bê xurtkirin û got,
“Li ser dijberiya pêvajoyê civakîbûn ava nabe. Em wan kesên ku li pey lîstikan e hişyar dikin, wê lîstikên wan bi ser nekeve.”
Ayşegul Dogan: Hem siyaset û hem civak li benda gavên berbiçav in
Ayeşgul destnîşan kir mereqa herkesî ew e bê ka pêvajo hatiye kîjan qonaxê û wiha dewam kir,
“Ji ber ku civak pêşketinên erênî nabîne û bê bawerî heye, van pirsan dike. Hem civak û hem jî siyaset li benda gavên berbiçav in.”
Ayşegul Dogan: Divê komîsyon li birêz Ocalan guhdarî bike
Ayşegul bang li komîsyonê kir ku li Rêber Apo guhdarî bike û got, “Divê weke aktorê sereke nêrîn û pêşniyarên Birêz Ocalan ji bo komîsyonê bên girtin.”
Ayşegul Dogan: Em li bendê ku şandeya Dem Partî biçe Îmraliyê
Ayşegul Dogan daxuyaniya xwe ya beriya niha bi bîr xist ku gotubû wê şandeya DEM Partî biçe Îmraliyê û xwest ev yek were pêkanîn û dibêje,
“Êdî ne tenê DEM Partî, divê Birêz Ocalan bi derdorên cuda yên li Tirkiyê re hevdîtinê bike.
Ayşegul Dogan: Divê mafê hêviyê ji bo birêz Ocalan pêk were
Berdevka DEM Partiyê diyar kir divê binpêkirina mafên mirovan were bi dawîkirin û di serî de Rêber Apo herkes ji mafê hêviyê sûdê bigire.



