Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stéphane Dujarric got ku banga Ocalan a aştiyê, rê li ber derfetên çareseriyên siyasî vedike.
Her wekî diyar kir ku ev nîşaneyên wêrekiyê ne ku hêvîyê dide.
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stéphane Dujarric diyar kir ku banga Lîderê Kurd Abdullah Ocalan a danîna çekan nîşaneyên wêrekiyê ye ku rê li ber derfetên çareseriyên siyasî vedike.
Stéphane Dujarric got ku gihaştina rageşiyeke demdeirêj ber bi çaresriyê ve, geşbîniyê bi xwe re tîne.
Stéphane Dujarric: Gerek hemû pêkhate wekhev tev li proseya siyasî ya Sûriyê bibin
Derheqê Sûriyê de jî Dujarric destnîşan kir ku helwesta Neteweyên Yekbûyî ew e ku hemû pêkhatyên Sûriyê ji Elewî, Kurd, Sune, Şîa, Xiristiyan, Durzî û yên din aramiyê hîs bikin û bi rengekî wekhev tev li proseya siyasî bibin.
Stéphane Dujarric: Neteweyên yekbûyî ji bo pêkanîna edaletê li Sûriyê dixebite
Ji bo gefên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî got ku Sekreterê Giştî yê NY António Guterres xebata xwe dewam dike da ku edalet û rêzgirtina qanûnên navdewletî pêk bîne.



