Ji dema şerê li Siwêdayê ve, aloziyeke darayî ya dijwar heye. Dabeşkirina pereyan ji bankayan re hatiye astengkirin, mûçeyên karmendan nayên dayîn. Di heman demê de, dabînkirina pereyan ji bankayan re hîn jî bi erêkirina Parêzgarê Siwêdayê ve girêdayî ye ku bi Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve girêdayî ye.
Piştî pevçûnên di navbera çekdarên hikûmeta veguhêz a Sûriyê û Pasdarên Nîştimanî yên Durziyan de, parêzgeha Siwêdayê di aloziyeke darayî ya dijwar de ye. Makîneyên pereyan ên otomatîk ji ber nebûna pereyan û dayîna muçeyên karmendan hatine rawestandin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku dabînkirina pereyan ji bankayan re niha bi erêkirina parêzgarê Siwêdayê yê Hikûmeta Veguhêz, Mistefa Bekur ve girêdayî ye. Ev gav qanûnên darayî yên heyî binpê dike ku desthilatên fînansekirinê yên Banka Navendî sînordar dikin.
Şêniyên Siwêdayê van tedbîran wekî beşeke “birçîkirin û bindestkirinê” bi nav dikin û diyar kirin ku rawestandina muçeyan, êşa wan li gel bihabûnê zêde kirine.
Şêniyan anîn ziman ku Hikûmeta Veguhêz “dorpêça derayî wek wesîleyekê ji bo ku fişarê li şêniyan bike bi kar tîne” û “derbara jiyana wan bi xwarin li beramberî dilsoziyê” girê dide.
Li gel aloziya derayî, krîzên mirovî di encama dorpêçê de berdewam in. Şênî van gavên Hikumeta Veguhêz bi “hewldanên birçîkirin û tengavkirina civakê” ji bo ku tawîzan bide, bi nav dikin.


