Ahmed Şeri, bi nasnav Colanî li Amerîka ye. Li wir destpêkê li gel Serokkomarê dewleta Tirk civiya û dûvre jî li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî axivî.
Li Turkevî ya li Newyorkê Erdogan û Ahmed Şeri li hev civiyan. Erdogan ji Şeri xwest peymana 10’ê Adarê demildest bikeve meriyetê.
Di civînê de Serokê MÎT’ê ya Tirk û Wezîrê Karê Derve yê Hikumeta Veguhêz jî amade bûn.
Ahmed Şeri gotiye ku “ew ê bi xwe ji ti kesî re nebe çavkaniya tehdîdê”.
Ehmed Şeri li NY axivî: Her kesê xwîn rijandiye wê hesab bide
Piştî hevdîtina li gel ERdogan, Ehmed Şeri derbasî Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bû û li wir axivî.
Şeri got ew garantiyê dide her kesên ku xwîn rijandiye wê li ber hiqûqê hesab bide.
Ji ber piştgiriyên wan spasiya dewleta Tirk, Erebîstana Siûdî, Qeter, Yekîtiya Ewropayê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û welatên din ên Misilman kir.
Şeri êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûrî bi bîr xistin, diyar kir ku ew ji bo diyalogê vekirîne, lê liv û tevgera Îsraîlê rê li ber bêîstîqrariyê vedike.



