Serokwezîrê Israîlê Benjamin Natenyahu du wêne di daxuyaniya xwe ya li Neteweyên Yekbûyî de hilda..
Wî got ku Israîl li serjêkirina durziyan temaşe nake û wî ferman da hêzên xwe ku têkevin tevgerê.
Derheqê rewşa Sûriyê Netenyahu got ku pêkan e ku li gor berjwendiyên Israîlê, parastina durziyan û parastina serweriya Sûriyê lihevkirin bi Sûriyê re were kirin.
Natenyahu: Em li kuştina Durziyan temaşe nakin
Natenyahu destnîşan kir ku ew bi tu awayî li kuştin û serjêkirina durziyan temaşe nakin û wî ferman daya hêzên xwe ku têkevin tevgerê.
Her wekî piştrast kir ku wan alîkarî daye hilweşîna rejîma El-Esed û ji niha û şûnde, aştiya bi Sûriyê ne dûr e û dibe peymanek çêbibe.



