Li gundewarê Şamê goreke komî hate dîtin, çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku cenazeyên hatin derxistin beriya 11 salan winda bûbûn.
Hate ragihandin ku goreke komî li nêzîkî herêma Esal El Werd li gundewarê Şamê ku tê de cenazeyên 4 kesên ku ji sala 2014’an ve winda bûbûn, hat dîtin.
Di nav cenazeyan de 2 kes ji gundê Hoş Ereb, yek ji bajarokê Hafir El Fewqa û kesek ji bajarê Yebrûd heye.
Cavkaniyan diyar kirin ku cenazeyê hatin derxistin ji aliyê malbatên wan ve hatin naskirin.
Li ser mijarê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan eşkere kir ku ji dema hilweşandina rêjîma Basê 39 gorên komî hatine dîtin, tê de2 hezar û 791 cenaze hebûn.


