Fermandarê CENTCOM’ê Brad Cooper di konferansa kampa Holê de axivî, Cooper destnîşan kir ku hîn xeteriya rexistina DAIŞ’ê li Sûriyê û Iraqê dewam dike û bang li dewletên ku welatiyên wê li kampa Holê dimînin vegerînin.
Fermandarê CENTCOM’ê lîwa Brad Cooper diyar kir ku wî 4 caran di nava du salan de serdana kampa Holê kiriye û anî ziman ku girtina wan di kampan de karekî pir dijware.
Cooper destnîşan kir ku tevî şerê û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li hîn jî hewl dide carek din xwe zindî bike, lewam di vî aliyî de jî destewerdanek mezin ya DAIŞ’ê ya li ser Kampa Holê heye.
Cooper got, di kampê de nivşên nû ji zarokên DAIŞ’ê çêdibin û perwereyên edeylojîk yên tundî di kampê de dibinin, DAIŞ’ê li gel xwe zindî kirin hewl dide bi gelek rêbazan malbatên xwe yên girtî ji kampê derxîne.
Her wekî Cooper balkişand li ser êrişa DAIŞ’ê ya li ser girtîgehê di sala 2022’an de û biîrxist ku 9 hezar girtiyên li wir dimînin û wiha got:
“Ev yek netene xeteriya wî li ser cîhanê ye, lê xeteriya wê li ser Amerîkayê jî heye.”
Di dawiyê de fermandar Brad Cooper ragihand ku wan li Bakur û Rojihlatî Sûriyê kumîteyek taybet ji bo vegara malabatan ava kirine û bang li dewletan kir ku ji bo welatiyên xwe vegerînin bikevin lev û tevgerê.



