Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi koma 156’an di roja 800’an de bi biryardariyek xurt didome.
Çalakiya nobetê di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatibû destpêkirin.
Merasîma dewirgirtina çalakiya nobetê li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Mexmûrê pêk hat.
Li ser navê koma 155’an Dilvîn Oremarî daxuyanî xwend û wiha got:
“Em wek çalakvanên Mexmûrê vê pêvajoya Rêber Apo dayî destpêkirin ji nêz ve dişopînin. Rêbertî ji bo me jî nameyek şandibû. Di wê nameyê de erk û berpirsyariyên me hatibûn diyarkirin. Rêbertî ji bo me xeta sor e. Heta ku em Rêbertiya xwe di nava xwe de dibînin, em ê çalakiya xwe bidomînin.”



