HPG-NRÇ’ê gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Bi hevrêtiyên xwe yên xurt, beşdarbûnên xwe yên bi milîtanî û dilsoziyên xwe yên bi nirxên azadiyê re, navên xwe li dîroka azadiyê ya gelê me nivîsandin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kirin:
“Em hevrêyên xwe Îsyan Mûnzûr, Farqîn Amed û Şervan Wan ên sala 2021’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.
Hevrêyên me Îsyan, Farqîn û Şervan ji bo azadiya gelê me beşdarî refên gerîla bûn û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih anîn. Bi seknên xwe yên di jiyanê de û cesaretên xwe yên di şer de, bûn milîtanên fedayî yên Apoyî yên mînak. Dema ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker zêde bûn, li qadên ku lê bûn ji bo bibin layiqê şehîdan wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi cih anîn. Ji bo ala têkoşînê ya ji hevrêyên xwe yên şehîd wergirtine bigihînin serketinê, kêliyekê jî teredut nekirin û têkoşîneke bêhempa meşandin. Bi hevrêtiyên xwe yên xurt, beşdarbûnên xwe yên bi milîtanî û dilsoziyên xwe yên bi nirxên azadiyê re, navên xwe li dîroka azadiyê ya gelê me nivîsandin.
Weke hevrêyên wan em soz didin ku têkoşîna hevrêyên xwe Îsyan, Farqîn û Şervan mînak bigirin, bîranînên wan bidin jiyîn û meşa wan a Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin. Li ser vî bingehî di serî de malbatên wan ên hêja, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Îsyan Mûnzûr
Nav û Paşnav: Dîlan Ûlûç
Cihê Jidayikbûnê: Manîsa
Navê Dayik-Bav: Helîka-Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 21’ê Tîrmeha 2021’an / Metîna

Nasnav: Farqîn Amed
Nav û Paşnav: Ihsan Guneşlî
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik-Bav: Meltem-Mansur
Cih û Dîroka Şehadetê: 8’ê Hezîrana 2021’an / Garê

Nasnav: Şervan Wan
Nav û Paşnav: Firat Kuşak
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik-Bav: Nuriye-Şeref
Cih û Dîroka Şehadetê: 24’ê Hezîrana 2021’an / Garê



