Şervanên Êzdî di Akademiyên Derwêşê Evdî de, dewreyeke perwerdeyê dît.
Dewreya bi navê Şehîd Zagros Çekdar, bi merasîmeke leşkerî bi dawî bû.
Di merasîmê de şervanan soza xwe ya parastina axa Êzîdxane dûbare kir.
Ji fermandarên Yêkîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Rêber Feqîr, li ser girîngiya perwerdeyên ku hatine dayin axivî.
Rêber Feqîr: Perwerde ji bo civaka Êzdî wê bibe hêz û bwerî
Rêber Feqîr diyar kir ku, ev perwerde ji bo civaka êzdî wê bibe hêz û îrade, da ku nebin yê dijmin û got
“Ji bo ku ciwanên me xwe bi xwe ava bikin em li hev kom dibin û xwe perwerde dikin.”
Rêber Feqîr: Êzdî bi hêza xwe dikarin pêşiya fermanan bigrin
Rêber Feqîr berdewamiya axaftina xwe de behsa paşeroja civaka Êzîdî kir û got;
“Civaka me bi hêz û berxwedaniya xwe ve bi çand û ehlaqa xwe ve dikare pêşiya fermanan bigre.
Em bi xwîna 74 fermanan hatin avakirin.
Ji ber vê jî em tu caran dev ji vê dozê bernadin.
Rêber Feqîr: Fikirê Rêber Apo ji bo parastina Êzdiyan bû mertal
Di dawiya axaftina xwe de Fermandar Rêber Feqîr destnîşan kir ku tenê fikir û felsefeya Rêber Apo û şervanên azadiyê ji bo parastina wan bûn mertal.
Merasîma bi wergirtina nasnameyan bi dawî bû.



