Hikûmeta veguhêz a Sûriyê xebatên çêkirina dermanê nexweşiya penceşrê ya şirketa “CurePharma” rawestand.
Çêkirina dermanan li Sûriyê di xebatên pîşeyî de, ya 2’emîn bû.
Derfetên mezin û hêza zanistî li welat peyda bibûn.
Lê di van salên dawîn de, ev pîşeya mirovî paş de vediger û metirsî heye ku bi temamî raweste.
Bi hatina hikumeta veguhêz re, şirketên girêdayî hikumetê wekî ya Tamico, hatiye ber rawestandinê.
Biryara hikumeta veguhêz a Sûriyê ya rawestandina çêkirina dermanên penceşêrê di şirketa “CurePharma” de gengeşeke mezin çêkiriye.
Li gorî karmenên şirketê, ev biryar bi îdiaya ku xwediyê şirketê girêdayî rejîma berê ye, hate dayîn.
Şirketa “Cure Pharma” ya taybet bi berhemdariya dermanên nexweşiya penceşêrê li ser asta tevahî Sûriyê û li ser asta Rojhilata Navîn ya yekemîn e.
Şirket xebata xwe sala 2019’an da destpêkirin, sala 2021’an wezareta tenduristiyê dermanên şirketê xist xebatên fermî ya dewletê.
Piştî hilweşîna rejîma berê, hikumeta veguhêz a Sûriyê li şûna piştgiriya vê pîşeyê bike, bi îdiaya ku girêdayî bazirganiya serokê berê Beşar El Esed e destê xwe danî ser şirketê.



