Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk diyar kir divê êdî qanûnên aştiyê bên derxistin û mafê hêviyê pêk were.
Bakirhan rexne li helwesta Tirkiyê ya li hember Sûriyê jî kir û got,
“Pêwîste pirsgirêka li Sûriyê li pêşiya pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyê weke bend neyê dîtin.
Pirsgirêka li Sûriyê hêzên li Sûriyê eleqeder dike.”
Li navçeya Sûrê ya Amedê ji aliyê Baroya Amedê ve li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk civînek hate lidarxistin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî beşdarî civînê bû û derbarê pêvajoyê de axivî.
“Divê pêvajo derbasî zemîna danûstandinan bibe”
Bakirhan diyar kir ji bo ku pêvajo ji zemîna ewlekariyê derbasî zemîna danûstandinan bê kirin wan hemû hewldan kirin û wiha got,
“Birêz Ocalan û tevgera xwe di nava salekê de sekneke gelek hêja nîşan dan.
Em avakirina komîsyonê jî girîng dibînin lê di nava salekê de em dikarîbûn li cihekî hîn girîng bûna û diviya gavên ku Tirkiye û herêmê pê-hêsayî bibin bihata avêtin.
Komîsyonê gelek kes guhdarî kir, divê êdî nexşerêyek bê amade kirin.”
“Divê komîsyon qanûnên aştiyê bigre rojeva xwe”
Bakirhan anî ziman divê êdî komîsyon guhdarkirinê bi dawî bike û wiha dewam kir,
“Divê qanûnên aştiyê bigre rojeva xwe. Meclis jî ji bo ku entegrasyona demokratîk bi ser bikeve divê qanûnan derxe û binesaziya wê ava bike.”
“Ji bo mafê hêviyê divê êdî gavên pêwîst bên avêtin”
Bakirhan bal kişand li ser tecrîda li Îmraliyê jî û diyar kir divê şert û mercên Rêber Apo bên sererastkirin û got,
“Birêz Ocalan 26 sal in di bin tecrîdê de ye. Di mijara dîplomasiya aştiyê de berpirsyariya ku girtiye ser milê xwe gelek hêja ye.
Divê êdî şertên xebatê yên azad û danûstandinan ji bo Birêz Ocalan bên avakirin. Ji bo mafê hêviyê divê êdî gavên pêwîst bên avêtin.”
“Divê pirsgirêka li Sûriyê li pêşiya Pêvajoya çareseriyê weke bend neyê dîtin”
Tûncer Bakirhan helwesta dewleta Tirk ya li hemberî Sûriyê jî rexne kir û wiha axivî,
“Ji ber hê karekterê rejimê diyar nebûye niqaşên li wê derê dewam dikin. Li Tirkiyê jî pêvajoya aştiyê didome.
Pêwîste pirsgirêka li Sûriyê li pêşiya pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyê weke bend neyê dîtin. Pirsgirêka li Sûriyê hêzên li Sûriyê eleqeder dike.
Eger pêvajoya li Tirkiyê bi ser bikeve, wê ji bo Sûriyê jî bibe model. Serketina pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyê wê bandoreke erênî li Qamişlo û Helebê jî bike.”



