Thursday 2026/06/11
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Foza Yûsif: Pergala nenavendî misogeriya yekitiya Sûriyê ye

September 28, 2025
in JIN
A A
Foza Yûsif: Pergala nenavendî misogeriya yekitiya Sûriyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Foza Yûsif di nirxandina rewşa siyasî ya Konferansa 2ˊyemîn a Meclisa Jinan a Yekitiya Şaredariyan de got pêdiviya Sûriyeyê bi pergala nenavendî heye ku mafên hemû pêkhateyan û yekitiya welat biparêze.

Konferansa 2ˊyemîn a Meclisa Jinan a Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi dirûşma “Jina komînal misogeriya avakirina Şaredariyên demokratîk e” didome. Konferans li hola Serdem a bajarê Hesekê bi tevlîbûna 150 delegyan û nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongra Star û nûnerên partiyên siyasî hatiye lidarxistin.

Di konferansê de endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif axivî û di nirxandina rewşa siyasî ya xwecihî, herêmî û navneteweyî de îşaret bi gotinên kîndariyê yên ku ji hêla nûçegihan û rojnamevanên girêdayî Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê li medyaya dîjîtal tên kirin, kir. Foza diyar kir ku pêwîst e hesab ji wan were xwestin û ev gotinên kîndariyê werin derbaskirin. Ji ber ku ev yek dikeve xizmetî ajandeyên derve.

Foza diyar kir ku pêwîst e hikumeta veguhêz xîtaba xwe ya siyasî ya dûrxistin û paşguhkirinê, firehkirina valatî û parçebûna di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de biguhere û di her xebateke siyasî de zimanê diyalogê tercîh bike.

Têkildarî gengaziya pêkanîna şerekî din li Sûriyeyê Foza hişarî da û diyar kir ku gelê Sûriyeyê piştre şerekî demdirêj nikare şerekî din tehemûl bike. Ji ber wê pêdiviya Sûriyeyê bi pergaleke nenavendî ya demokratîk heye ku nasnameya tevahî pêkhateyên Sûriyeyê were parastin û got: “Dewleta nenavendî ya demokratîk misogeriya yekitiya Sûriyeyê û gelê wê ye.”

Foza hişyarî li ser pêkanîna pergala navendî li Sûriyeyê da û bi “bombeya li ber teqînê” wesif kir û got dema bombe biteqe wê “Sûriye û gelê wê parçe bibe.”

Di berdewama axaftina xwe de Foza destnîşan kir ku hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevahî berpirsiyartiyên xwe radibin û di xîtabên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên asê de aştî û diyalogê bingeh digirin û got: “Diyalgo rêya çareseriyê ye.”

Foza têkildarî amadekariyên wan ên ji bo pêkanîna bendên peymana 10ˊê Adarê da zanîn ku Rêveberiya Xweser ji 2 mehan ve amadekariyên komîteyên xwe ragihandiye û bang li hikumeta veguhêz dike ku ji bo nîqaşkirina dosyayên asê û dîtina çareseriyan li ser maseyekê bicivin. Lê hikumeta veguhêz van bangan nabersivîne.

Foza anî ziman ku ew ji tevahî aliyan ve amade ne ji bo diyaloga bi hikumeta veguhêz re li ser maseyekê rûnin. Cihê civînê ji bo Rêveberiya Xweser bi qasî gihandina çareseriyan ji bo tevahî dosyayên asê, ne girîng e. Foza got: “Dema em van gotinan dibêjin, ne ji ber lawazbûnê ye, ji ber ku bêyî diyalogê ne pêkan e çareserî pêk bê û bijarteya şer jî tê wateya parçebûna gelê Sûriyeyê û xaka wê.”

Der barê rola pêşeng a jinan li Sûriyeyê de, di serî de jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Foza got: “Divê jina rola xwe di tevahî civîn û platforman de bilîzin.”

Foza Yûsif di dawiya gotina xwe de bang li tevahî jinên ji Sûriyeyê, di serî de jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku hewldanên xwe bikin yek û têkoşînek hevbeş ji bo rê li pêş siyasetên olî yên tundraw bigirin bimeşînin û ji bo ku bi hev re siyaseteke demokratîk di çarçoveya komara Sûriyeya demokratîk ava bikin.

Previous Post

Rêveberiya Xweser dest bi wergirtina pembo kir

Next Post

Pêkanînên NY ên li ser Îranê ketin meriyetê

Weşana girêdayî

Li dijî kuştina jinan li Dêrsimê çalakî hat lidarxistin
JIN

Li dijî kuştina jinan li Dêrsimê çalakî hat lidarxistin

Dîcle Ayşegul: Ji ber kujer nayên ceza kirin bûyerên kuştinê zêde dibin
JIN

Dîcle Ayşegul: Ji ber kujer nayên ceza kirin bûyerên kuştinê zêde dibin

SOHR: Di zindanên hikûmeta veguhêz de 4 Elewî hatin kuştin
JIN

Jin di girtîgehên Îranê de rastî êşkenceyên derûnî tên

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye