Saziya Pembo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi wergirtina berhemê pembo ji cotkaran kir.
Saziya Pembo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi wergirtina berhemê pembo ji cotkaran kir. Xebatên wergirtinê li sê navendên li Cizîr, Reqa û Dêrazorê bi rê ve diçe.
Wergirtina pembo li navendên her 3 kantonan li gorî sîstemekê pêk tê. Ji berhemê cotkaran hinek pembo wekî nîşan tê wergirtin, şiliya tê de maye tê pîvan û paşê rêjeya wê li gorî dereceyan tê destnîşankirin.
Li navendên wergirtina pembo amadekariyên lojistî, agirkuj û cihên taybet ji bo parastina berhem hatine amadekirin.
Pisporê li Navena Pembo ya Reqayê Hisên Xilêfan destnîşan kir ku wergirtina pembo li gorî sîstemeke berê ji aliyê Meclisa Aborî û Çandiniyê ve hatiye diyarkirin, bi rê ve diçe.
Xilêfan da zanîn ku di navenda wan de cihê agirkujiyê hatiye vekirin, ev ji bo amadekariya destwerdana lezgîn di rewşên awerte de amade be.
Endizyar û kesên pispor li ser xebatên wergirtina pembo disekinin. Ew jî di dewreyên perwedeyê de hatine perwedekirin.
Pembo yek ji çavkaniyên peydakirina debarê li herêmê ye. Tenê di navendê de di navbera 100 û 150 karker dixebitin.
Hêjaye bibîrxistinê ye ku Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê buhayê her tonek pembo bi 600 dolarên Amerîkî destnîşan kiriye.



