Li paytexta Sûriyê Şamê li dijî Misrê xwepêşandanek hate lidarxistin.
Li wir beşdaran girtina dergehan Refah ji aliyê Misrê ve şermezar kirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li ber mizgefta El-Imewyîn a li Şamê xwepêşandanek hate lidarxistin.
Li wir xwepêşandêran diyar kirin ku rayedarên Misrê dergehê Refeh yên dinavbera Misrê Û Xeza girtine.
Çavdêriya Sûriyê da zanîn ku xwepêşandêran hikuemta Misrê şermezar kirin.
Her wiha bang li gelê Misrê kirin ku bêdeng nemînin û li dijî hikumetê dakevin qadan.


