Yekîtiya Ewropayê piştî ambargoyan hurgiliyên cezayên li dijî Îranê eşkere kir.
Konseya Ewropayê daxuyand ku wê Yekîtiya Ewropayê dê hemû dorpêçên li ser Tehranê bicîh bîne.
Hikumeta Îranê jî diyar dike ku wan tedbîrên pêwîst li hember wê biriyarê girtine.
Yekîtiya Ewropayê ji ber çalakiyên nakokbar dîsa dorpêç li ser Îranê ferz kir.
Her wiha ji bilî dorpêçên bazirganî, darayî, çekan û cemidandina milkên bankayên Îranê, dorpêç sazî, kesayet û saziyên yasayî jî di van xwe de dihewîne.
Konseya Ewropayê daxuyand ku wê Yekîtiya Ewropayê dê hemû dorpêçên li ser Tehranê bicîh bîne.
Li gorî daxuyaniyê, ev biryar piştî ji nû ve sepandina cezayên Neteweyên Yekbûyî hatiye dayîn.
Cezayên ku hatine diyarkirin ev in:
- Qedexeyên seferê ji bo rayedaran, cemidandina mal û milkên kesan û saziyan, li gorî vê, qedexekirina dayîna fon an çavkaniyên darayî ji bo kes û saziyên di lîsteya cezayan de ne.
- Cezayên aborî û darayî yên ku sektorên bazirganî, darayî û veguhastinê digirin nava xwe.
Di sektora bazirganiyê de, ji bilî qedexekirina hinardekirina çekan bo Îranê û qedexekirina veguhestina her tiştî wekî; materyal, kelûpel û teknolojiyên ku dikarin beşdarî çalakiyên dewlemendkirin û ji nû ve hilberandina Îranê û bernameyên moşekên balîstîk bibin.
Di van wan qedexeyan de jî ev biryaranan hene:
- Hawirdekirin, kirîn û veguhastina petrola xav, gaza xwezayî û berhemên petrolê û xizmetên pêwendîdar.
- Firotin an dabînkirina alavên sereke yên ku di sektora enerjiyê de têne bikar anîn.
- Firotin an dabînkirina zêr, metalên din ên binirx û elmasan.
- Hin alavên deryayî.
- Qedexekirina alavên nerm ango madeyên xav
Di sektora darayî de, Yektiya Ewrupayê ji nû ve cemidandina mal û milkên banka navendî ya Îranê û bankayên bazirganî yên sereke ferz dike.
Di sektora veguhastinê de jî Yektiya Ewropayê tedbîran ferz dike da ku rê li ber geştên barhilgir ên Îranê bigire.
Li ser wan mijaranan Hikûmeta Îranê diyar kir ku ew ji nû ve ferzkirina cezayan neqanûnî dibîne lê tedbîrên ji bo kêmkirina bandora wan a aborî girtine.
Mesûd Pezeşkiyan: Em li şûna teslîbûnê dorpêçan tercih dikin
Li aliyê din serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan got ku Tehran amade ye ji bo gotûbêjên maqûl û dadperwer bi aliyên rojavayî re, lê ew ê nekeve danûstandinên ku pirsgirêkên nû diafirînin.
Pezeşkiyan got ku Îran di navbera teslîmbûn û dorpêçan de asê maye, lê tercîha me dorpêçe ne teslîmbûn e.
Serokkomarê Îranê got:
“Me her tim amadebûna xwe ji bo diyalogên mentiqî, dadperwer û li ser bingeha pîvanên zelal ragihandiye, lê em ê tu carî razî nebin bi danûstandinek ku me tevlî mijar û pirsgirêkên nû bike.”
Her wiha Mesûd Pezeşkiyan teqez kir ku aliyê din, bi nêzîkatiyek bi israr, dixwaze hemû hebûnên me ji me bistîne.
Pezeşkiyan dest nîşan kir ev nêzîkatî dê qet neyê qebûl kirin.



