Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Macid El-Ensarî eşkere kir ku şandeyeke Tirk dê îşev bi Hemasê re bicive da ku Plana Amerîkayê ya ji bo Xezayê gotûbêj bikin.
Macid El-Esnasî go ku ew biryara Trum a bidawîkirina şerê li Xezayê bi erênî pêşwazî bikin û kêfxweş in.
Bi gotina wî, Şandeya Hemasê soz daye ku plana Amerîkayê binirxîne, lê ji bo dayîna bersivekê hîna zû ye.
Li hêleke din hat ragihandin ku Serokê Dezgeha Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Îbrahîm Kalin ji bo beşdarbûna dan û standinên navbeynkariyê çûye Qeterê.
Li gor plana Trump, Îsraîl dê gav bi gav ji Xezeyê vekişe, Hemas dê dîlgirtiyên mirî û zindî yên di destê xwe de radest bike û çekê deyne.
Her wiha di planê tê gotin ku xelkê Xezeyê dê li cihê xwe bimîne û Israîl girtiyên Filistînî serbest berde.
http://doc.afp.com/778U763



