Li Iraqê, di 3 mehan de, 1500 bûyerên destdirêjiyê çêbûne.
Wezareta Navxweyî ya Iraqê eşkere kir ku ev destdirêjî li jin û ciwanan hatiye kirin.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê Eqîd Ebas Behadilî di derbarê bûyerên tundî û destdirêjiyên zayendî de da diyarkirin ku di nava sê mehên borî de 480 fermanên binçavkirinê ji ber tawanên tûndûtijiya nava malbatê hatine derxistin.
Behadilî eşkere kir ku di nava sê mehên borî de hezar û 500 bûyerên destdirêjiya li ser jinan û ciwanan hatine tomarkirin.



