Artêşa Îsraîlê li derdora bajarokê Koya yê herêma Hawiza Yermûkê yê li rojavayê Derayê 2 bendên leşkerî çêkirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku artêşa Îsraîlê li derdora bajarokê Koya yê Hawiza Yermûkê ya li rojavayê Derayê 2 bendên leşkerî çêkirin.
Çavdêriyê diyar kir ku bendek li nêzî bîra avê ya li ser rêya Koya-Abdîn û ya din li nêzî herêma Erda hatiye avakirin û li her bendekê 5 wesayîtên leşkerî hatin bicihkirin.
Hemwextî van tevgeran, hêzên Îsraîlê derbasî herêma Diriyat a Qunetîrayê bûn û balafir jî li ser herêmê geriyan.


