Desteya Jîngehê ya kantona Firatê dest bi pirojya çandina daran li girê Miştenûr yê Kobanê kir, di pirojêyê de wê 750 dar bên çandin.
Desteya Jîngehê diyar kir ku ev xebat di rêze pirojeyên ji bobaşkirina hewa, zêdekirina qada şînkahiyê û xweşkirina bajar pêk tê.
Desteyê destnîşan kir ku wê 750 cûreyên daran li girê Miştenûr û derdora bajarê Kobanê were çandin.
Desteyê got, ji bo parastina daristanên herêmê û berfireh kirina qada keskahiyê hin pirojeyên me yên din hene.



