Baxê Aveste ya ku li çerxerêya Medînit El-Şebab li bajarê Qamişloyê ji nû ve tê sererastkirin û wê navê wê jî bê guhertin.
Ev park li naverasta bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê, di salên 1960’an de, di dema rejîma Baasê de hatiye amedekirin û di salên borî de zirar dîtibû, bi navê “Baxê Giştî yê Çand û Hunerê” ji nû ve tê amedekirin.
Parka ku navê “Baxê Giştî” lê hatibû kirin, bi Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ket bin kontrola Şaredariya Gel.
Li ser hevdîtinên di navbera TEV-ÇAND’ê û şaredariyê de pêşniyar guncaw hat dîtin û dest bi çêkirina parkê hat kirin.
Rayedarên Şaredariyê û TEV-ÇAND’ê diyar kirin ku wê heta serê salê (2026), xebatên giştî bên temamkirin.
Piştî serê salê jî wê peykerên hunermendan, tabloyên dîroka herêmê û hwd werin danîn.
Ji bo vekirina Baxê Giştî yê Çand û Hunerê hîn dîrokek nehatiye diyarkirin.



