Çeteyên DAIŞ’ê di meha Îlonê de 11 êriş li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn û hewl da malbatên DAIŞ’ê ji kampan birevînin.
Di encama bersivdayîna şervanên QSD’ê de 3 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê hatin kuştin û yek jê serçete, 11 çeteyên din hatin girtin.
Her wiha Şervanên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî ji destpêka îsal ve li dijî şaneyên DAIŞ’ê 70 operasyon pêk anîne.
Êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Bakur û Rohilatê Sûriyê, di meha Îlonê de jî dewam kir.
1’yê Îlonê çeteyên DAIŞ’ê êrişî gundewarên bakurê kantona Reqayê kir.
Şervanên QSD’ê bersiva êrişan da û şer derket.
Di necamê de 2 çete hatin kuştin û 3 şervanên QSD’ê birîndar bûn.
2’yê Îlonê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewldana revandina nêzî 30 malbatên DAIŞ’ê ji kampa Holê têk bir.
15’ê Îlonê, şaneyên çeteyên DAIŞ’ê êrişî bajarokê Behra yê li rojhilatê kantona Dêra Zorê kir.
Di êrişê de 5 şervanên QSD’ê şehîd bûn, şervanek birîndar bû.
19’ê Îlonê şervanên QSD’ê bersiva êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser bajarokê Mihêmîdiya yê kantona Dêrazorê da. Şervanek şehîd bû û 2 jî birîndar bûn.
22’yê Îlonê şervanên QSD’ê bersiva êrişa şaneyên DAIŞ’ê ya li ser gundewarên rojhilatê Helebê da.
Di dema bersivdayînê de şervanê QSD’ê Omer El Mûsa şehîd bû.
25’ê Îlonê şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li Behraya Navîn êrişî nuqteya QSD’ê kir.
Şervanên QSD’ê bersiva êrişê da û şer derket, di encamê de 5 şervan şehîd bûn û yek birîndar bû.
26’ê Îlonê şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya di navbera kantona Dêra Zorê û kantona Cizîrê de êrişî tankereke petrolê kir û zirarên madî çêbûn.
27’ê Îlonê şaneyên çeteyên DAIŞ’ê êrişî bajarokê Îbrîha yê li rojhilatê kantona Dêra Zorê kir.
4 şervan şehîd bûn û çeteyek hat kuştin.
28’ê Îlonê çeteyan êriş bire ser derdora bajarokê Bisêra yê kantona Dêra Zorê. Şervanan êriş têk bir, 4 şervan şehîd bûn.
Di heman rojê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarên kantona Dêra Zorê 2 DAIŞ’î girtin ku hewl dida êrişî erebeya endamên hêzên wan bikin.
30’ê Îlonê şervanên Meclisa Leşkerî ya Hecînê êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser bajarokê Derenc ê li rojhilatê Dêra Zorê têk bir.
Di şer de serçeteyekî şaneyên DAIŞ’ê birîndar bû û ji aliyê şervanan ve hat girtin.
Her wiha şervanekî meclisê şehîd bû û yekî din birîndar bû.
Di meha Îlonê de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û yek jê serçete
Di encama êrişên meha Îlonê de, 21 şervanên QSD’ê şehîd bûn, 9 şervan û sivîlek birîndar bûn.
3 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê hatin kuştin û yek jê serçete, 11 çeteyên din hatin girtin.
Bi vê yekê re hejmara êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên ji destpêka îsal ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe 184.
Piraniya wan li kantona Dêra Zorê hatine kirin.
QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî ji destpêka îsal ve li dijî şaneyên DAIŞ’ê jî 70 operasyon pêk anîne.



