Li seranserî cîhanê ji ber baranên zêde lehî û bahoz radibin, li aliyek jî erdhej pêk tên.
Li Ukrayanayê ji ber barînên zêde 9 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li Filîpînê û Endonezyayê erdhej pêk hat, li Filîpînê ji ber erdhejê herî kêm 61 kes mirin.
Barînên zêde yên li herêma Odessa ya başûrê Ûkraynayê, bûn sedema mirina 9 kesan.
Serwîsa Rewşa Lezgîn a Ûkraynayê, di daxuyaniyekî de ragihand ku bi tevahiya şevê ekîbên rizgarkirinê kesên ji ber lehiyê asê mabûn ji bo cihên ewleh hatin veguhestin.
Şaredarê Odessayê da zanîn ku li bajêr di nava heft saetan de barîneke bi qasî du mehan bariya ye.
Tevî ku barana zêde bandoreke mezin li herêmê kiriye jî xebatên rizgarkirinê berdewam dikin.
Li Fîlîpînê erdheja bi 6.9 pileyî rû da: bi dehan kes mirin
Her wiha hate ragihandin ku ji ber erdheja bi 6.9 pileyî li Fîlîpînê rû da herî kêm 61 kes mirine.
Rayedaran diyar kirin ku hejmara birîndaran zêde dibe û karê ji bo rizgarkirinê jî dewam dike.
Li gorî Enstîtuya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê erdhej doh bi dema herêmê di saet 10’an de li peravên Girava Cebuyê rû da.
Enstîtuya Sîsmolojî û Volkanolojiyê ya Fîlîpînê jî ragihand ku li herêmê zêdeyî 300 erdhejên biçûk rû dan û ev yek jî karên rizgarkirinê zehmet dike.
Fîlîpîn ku li ser Xeleka Agir a Pasîfîkê ye, gelek caran erdhejên mezin lê rû didin.
Hêjayî gotinê ye li vî welatî beriya bi çend rojan ji ber bagerên Bualoi û Ragasa herî kêm 40 kes mirin.
Her wiha li peravên başûrê rojhilatê herêma Kalianget a Endonezyayê erdhejek bi 6 pileyan rûda.
Li gorî daneyên Enstîtuya Lêkolînên Jeolojîk Amerîkayê erdhej 13.9 kîlometreyî li binê erdê, 150 kîlometreyî li rojhilatê Surabayayê qewimî.
Ajansa Rêveberiya Afetê ya Neteweyî a Endonezyayê diyar kir ku ji ber erdhejê xisar li gelek malan bûye.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê diyar kir ku navenda erdhejê, ku bi kûrahiya nêzîkî 14 kîl
Li Endonezyayê erdhejek bi şîdeta 6 pîleyî qewimî
ometreyan hatiye tomarkirin, 32 kîlometre li başûrê rojhilatê Kaliangetê bû.
Di erdheja bi şîdeta 6 pileyî de heta niha ti zirarên canî û malî nehatine ragihandin.
Ajansa Meteorolojî, Avhewa û Jeofîzîkê ya Endonezyayê ragihand ku lerza erdhejê gihişt 6.5 pileyan.
Endonezya, bi tevahî 130 volkanên çalak, li ser Xeleka Agir a Pasîfîkê ye û di nav welatên herî sîsmîk ên cîhanê de ye.



