Di navbera Amerîka û Venezuelayê de ji ber keştîyên şer ên Amerîkayê yên ku li Karayîban hatine bicihkirin, tengezarî zêde bûye.
Maduro ragihand ku eger welatê wî rastî êrîşeke Amerîkayê were, ew amade ne ku rewşa awarte ragihînin.
Di axaftina xwe ya televîzyonê de Maduro diyar kir ku li gorî Destûra Bingehîn, ji bo ragihandina “rewşa nerehetîya derve” dest bi proseya şêwirmendiyê hatiye kirin û got ku ev yek bi armanca “parastina gel, aştî û aramiyê” ye.
Washington îdia dike ku bicihkirina deryayî ya li herêmê ji bo têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya narkotîkê ye; lê Caracas vê gavê wekî amadekariyeke ji bo guhertina rejîmê dibîne.
Amerîkayê Maduro bi tevlîbûna bazirganiya narkotîkê tawanbar dike û li Karayîban 6 hezar û 500 leşker û hêzên deryayî bicîh kiriye. Maduro ev tawanbarî red dike.
Amerîka xelata ji bo girtina Maduro heta 50 mîlyon dolarî zêde kir.
Di hefteyên dawî de tê gotin ku Amerîka bi îdiaya ku narkotîk hildigirin, herî kêm çar keştî xistine, zêdetirî deh gumanbar hatine kuştin, lê ti delîlên berbiçav derbarê nasnameya van armancan de nehatine parvekirin.



