Li bajarê Munîh ê Almanya gelek teqîn rû dan û di encamê de kesek mir û yek jî birîndar bû.
Ji ber teqînan riyên sereke hatine girtin.
Li Almanya ji ber teqînan polîs û agirkujên Alman li kolaneke sereke ya Munîhê hatin belavkirin.
Berdevkê polîsê Alman teqez kir ku ti xeterek ji bo welatiyan an niştecihên bajêr tune ye.
Munîh vê mehê malovaniya festîvala Oktober-fest dike.
Her wiha berdevkê polîsan dibêje riyên Munîhê ji ber operasyoneke berfireh a polîs û agirkujiyê ji bo gel hatiye girtin.
Di heman demê de, rojnameya Bild ragihand ku li Munîhê çend teqîn û dengê çekan hatine bihîstin û cenazeyek hatiye dîtin û kesekî ji ber gulebaranê birîndar bûye.



