Serokkomarê berê yê Komara Demokratîk a Kongoyê, Joseph Kabila, bi sûcên piştgirîkirina komên “serhildêr” û xîyanetkirina li welat, bi darvekirinê hat mehkumkirin.
Li gorî nûçeyên di medyaya neteweyî de, Dadgeha Bilind a Leşkerî ya welat, Kabila bi piştgirîkirina komên serhildêr ên li rojhilatê welat û xîyanetkirina li welat sûcdar dît.
Di biryara darvekirinê ya ku di nebûna Kabila de hat dayîn de, hat diyarkirin ku serokê berê li parêzgehên Kivu ya Bakur û Başûr, kampa perwerdehiyê ya serhildêran ziyaret kiriye, civînên leşkerî saz kiriye û serkêşiya komên çekdar kiriye.
Dadgehê daxwaza desteserkirina mal û milkên Kabila red kir.
oseph Kabila, di sala 2001’an de piştî ku bavê wî Laurent-Desire Kabila di sûîqestê de hat kuştin, di 29 saliya xwe de bû serokkomar.
Kabila, ku du caran li pey hev di hilbijartinan de serkeftî bû, her çendî muddeta wî ya serokatiyê di sala 2016’an de bi dawî bûbû jî, bi hinceta ewlehiyê hilbijartin paşve xistin û 2 salên din jî li ser desthilatê ma.



