Wezareta Hec û Umrê ya Erebistana Siûdî rêze civînên amadekariyê bi zêdetirî 75 welatan re li dar xist da ku ji bo sezona pêş amade bibin.
Di civînan de amadekariyên ji bo sezona Hecê hatin nîqaşkirin, rêziknameyên herî girîng ên ku di tevahiya sezonê de werin bicîhanîn hatin nirxandin.
Ev civîn, bi rêya konferansa vîdyoyê bi nûnerên zêdetirî 75 welatan re hatin lidarxistin.
Wezaretê teqez kir ku ev civînên amadekariyê gavek bingehîn di plansaziya zû ya sezona Hecê de pêk tînin.
Wezareta Hec û Umrê ya Erebistana Siûdî ragihand ku platforma Nusuk Masar ji bo zêdetirî 16 şîrketên ku xizmetê didin heciyan pejirandiye.
Heta niha bi qasî 189 navendên bicihbûnê ji bo heciyan vekiriye û ji bo dabînkirina xizmetan û misogerkirina amadekariya wan zêdetirî 24 şîrketan pejirandiye.
Ji bo sezona Hecê ya bê zêdetirî 25 destpêşxeriyên nûjen hatine destpêkirin û bi qasî 11 şîrketan lîsans wergirtine da ku xizmetê bidin heciyan.



