Piştî zêdeyî 2 meh ji betlaneyê meclisa Tirkiyê îro hat vekirin.
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan axaftina vekirinê ya meclisê kir û yek ji mijarên di rojeva wî de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bû.
Erdogan diyar kir di nava salekê de gavên dîrokî hatin avêtin, Dewleta Bahçelî weke mîmarê pêvajoyê bi nav kir û spasiya wî, DEM Partiyê û Şandeya Îmraliyê kir.
Erdogan: “Pêvajo hesas e û em ji destpêkê ve erênî lê dinêrin”
Erdogan bal kişande li ser fesixkirina PKK’ê û şewitandina çekan ya koma gerîla û got, “Em dizanin ku pêvajo gelek hesas e. Lê ji destpêkê de em erênî lê dinêrin û ji bo vê jî hewldanê dikin.”
Erdogan: Piştî pêşniyazên komîsyonê wê qonaxeke din dest pê bike
Erdogan diyar kir Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê piştî ku pêşniyazên xwe kir, di encama niqaş û li hevkirinê de wê qonaxeke din dest pê bike û dibêje, “Vê komîyonê jî nîşan da ku bi çekê çareserî nabe. Her tişt di çarçoveya rêzgirtinê de dikare bê niqaşkirin.



