Keştiyên Sûmûdê yên Kûrewî wekî erka xwe diyar kiribûn ku ew ê alîkariya mirovî bigihînin Xezzeyê.
Bi rojan e li Derya Spî di nava liv û tevgerê de ne û dixwazin xwe bigihînin Xezzeyê.
Hat ragihandin ku Îsraîlê dest li keştiyan werdaye.
Şîrketa keştiyan a ku navenda wê li Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê ye li ser hesabê X daxuyanî da û diyar kir ku eskerên Îsraîlê dest danîne ser çend keştiyan.
Televîzyona dewletê ya Îsraîlê jî heman agahî piştrast kir.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê keştî ji ber ku nêzî herêma şerê çalak bûne hatine hişyarkirin û ji wan hatiye xwestin îstîqameta xwe biguherin.



