Komîteya Lêpirsînan a Navneteweyî derbasî Siwêdayê bû. Her wiha fermandarên artêşa Îsraîlê bi nûnerên Durziyan re civiyan.
Komîteya Lêpirsînan a Navneteweyî serdana bajarokê Qenewat kir û bi serokê taîfeya Durziyan Şêx Hîkmet El Hicrî re hevdîtin kir.
Çaverê ye komîte di rojên bê de dest bi lêkolîn û lêpirsînên li ser binpêkirin û komkujiyên ku di Tîrmehê de hatine pêkanîn, bike.
Fermandarên artêşa Îsraîlê bi nûnerên Durziyan re civiyan
Fermandarê herêma bakur ê artêşa Îsraîlê bi serokê ruhî yê Durziyan Şêx Miwefeq El Terîf û nûnerên Durziyan re civiya. Di civînê de xurtkirina ewlehiyê li Siwêdayê û vekirina rêyên mirovî hatin nîqaşkirin.
Di civînê de Şêx Miwefeq girîngî bi misogerkirina ewlehiyê, pêşîgirtina li dubarekirina êrişên terorî li dijî Siwêdayê û vekirina rêyên ewle da.
Fermandarên Îsraîlî jî xebatên odeyê û plansaziyên nêzîk û dûr ên di aliyê meydanî, mirovî, qanûnî, ragihandinî û lojîstîk de pêşkêş kirin.
Fermandarên Îsraîlî pabendiya xwe bi sozên ku ji Durziyan re hatine dayîn dubare kir.



