Koordînatorê Giştî yê Şepêla Nîda El Beled Mihemed Îsa derbarê hilbijartinên meclisa ku tê çaverêkirin 5’ê Cotmehê werin kirin de axivî.
Mihemed Îsa got ku hilbijartinên derveyî lihevkirineke niştimanî li dijî berjewendiya Sûriyê ne.
Divê hilbijartin berhema lihevkirineke niştimanî ya giştî bin ne yek alî bin.
Aloziya Sûriyê bi nenavendiyê çareser dibe.
Tê çaverêkirin ku hilbijartinên meclisa gel a hikûmeta veguhêz 5’ê Cotmehê werin kirin.
Diviyabû hilbijartin meha îlonê bihatana kirin, ji ber sedem û pirsgirêkên cuda hate paşdexistin.
Girêdayî vê mijarê, koordînatorê giştî yê Şepêla Nîda El Beled Mihemed Îsa axivî.
Mihemed Îsa diyar kir ku ne tenê hilbijartin, lê belê hemû siyasetên hikumeta veguhêz niştimanî ne û wiha dewam kir:
Şepêla Nîda El-Beled: Berî hilbijartinan pêwîstî bi konferanseke niştîmanî heye
Divê hikumeta yekîtiya niştimanî ya ku tevahî gelê Sûriyê li ser wê li hev bike, ji van hilbijartinan re bibe bingeh.
Divê ew jî piştî konferanseke niştîmanî ya giştî be.”
Şepêla Nîda El-Beled: Ne tenê hilbijartin hemû siyasetên wan ne rewa ne
Derbarê mekanîzmeya hilbijartinan de jî Mihemed Îsa wiha got:
“Biryara erkdarkirina sêyeka parlamenteran ji aliyê serokê hikumetê ve ne rewa ye.
Ev hilbijartin yekalî ne û ji xwe re danezana destûrî ya yekalî û ya ku lihevkirineke niştimanî li ser wê tune ye, esas digire.”
Hejmara parlamenterên ku tên hilbijartin her çiqas be jî, lê dîsa ew parlamento ne li gorî berjewendiya niştimanî ye û nikare bibe çareseriya krîza Sûriyê.”
Şepêla Nîda El-Beled: Aloziya Sûriyê bi nenavendiyê çareser dibe
Îsa girîngî bi nûnerkirina hemû pêkhateyên Sûriyê di parlamentoyê de da û got:
“Ev jî ji bilî bi rêya konferanseke niştimanî, bi rêya tu tiştekî din nayê pêkanîn.
Ev konferans dibe rêya exlaqî û siyasî ya tekane ji bo diyarkirina rêbaza hilbijartinan û rêjeya beşdariya her pêkhateyekê.”
Koordînatorê giştî yê Şepêla Nîda El Beled نداء البلد Mihemed Îsa dawiya axaftina xwe de bal kişand ser şêwazê çareseriyê yê aloziya Sûriyê û wiha anî ziman:
“Pêwistiya aloziya Sûriyê bi dewleta nenavendî, demokratîk û medenî heye.
Eger hêzên siyasî di îsrara xwe de bidomin û li alternatîfên dewleta navendî û yekolî negerin, tu çareserî ji gelê Sûriyê re pêk nayê.”



