Şandeyeke MSD’ê serdana koçberên kantona Efrîn-Şehbayê yên li bajarê Hesekê bi cih bûne, kir. MSD’ê di serdanê de diyar kir ku mafê vegera ewle ya koçberan rêya çareseriyê ye.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) serdanên koçberên ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de û li Hesekê bi cih bûne, didomîne. Nûnerên MSD’ê piştî roja çarşemê serdana kampên koçberên Serêkaniyê kir, îro serdana koçberên di Seken Şebabî ya li taxa Neşwa ya Hesekê de hatine bicihkirin, kir.
Hevserokê MSD’ê Mehmûd El Mislit, endamê Sekretariya Giştî ya MSD’ê Ezîz Silêman û endamên Buroya Têkiliyan Evîn Mihemed û Bêrîvan Elî serdan kir.
Di serdanê de şert û mercên koçberan hatin nîqaşkirin û mijara vegera ewle ya ser mal û milkên xwe hate gotûbêjkirin.
Hevserokê MSD’ê Mehmûd Mislit di serdanê de axivî û got cihê koçberan ê xwezayî li ser xaka wan e û destnîşan kir ku dîtina welatiyan di kamp û dibistanan de tiştekî gelekî biêş e û ev tişt anî ziman: “Em li çareseriyên demkî nagerin. Em ji bo vegera ewle xebatê dimeşînin.”
Koçberan jî destnîşan kir ku divê ew beriya dawiya salê vegerin ser xaka xwe û di heman demê de pêwistiyên wan ên sereke û bi taybet bi nêzîkbûna demsala zivistanê re, werin dabînkirin. MSD’ê jî da zanîn ku divê pêdiviyên koçberan di şert û mercên herî dijwar de werin peydakirin.
Serdana MSD’ê di çarçoveya xebatên wan a şopandina rewşa koçberan û gihandina dengê wan ji saziyên navneteweyî re pêk hatiye. MSD’ê dê dengê koçberan bigihîne wan û ji wan bixwaze koçber bi awayekî ewle û mîsogerkirî vegerin herêmên xwe.



