Bi sedan mamosteyên parêzgeha Siwêda û gundên wê ji meha Tîrmehê ve mûçeyên xwe wernegirtine. Mamosteyan xwepêşandan li dar xist û daxwaza wergirtina mûçeyan kir.
Mamosteyên Siwêdayê bi armanca daxwaza wergirtina mûçeyên xwe xwepêşandaneke mezin li dar xist. Mamosteyan daxwaz kir ku mûçeyên wan ku ji meha Tîrmehê ve ji aliyê hikumeta veguhêz ve hatine birîn, werin dayîn.
Mamoste li ber avahiya Gerînendetiya Perwerdeyê ya parêzgehê kom bûn û pankartên “Mûçe maf e, ne minet e” vekirin. Mamosteyan daxwaz ji hemû aliyan kir ku xebatên perwerdeyê dûrî nakokiyên siyasî bixin.
Pirsgirêka mûçeyan li parêzgeha Siwêdayê piştî şerê di navbera hêzên hikûmeta veguhêz û hêzên herêmî yên Durzî de dest pê kir. Hikumeta veguhêz bi vê yekê dixwaze zextê li şêniyên Siwêdayê bike.
Mamosteyan ji Komîteya Bilind û Gerînendetiya Perwedeyê ya Siwêda, her wiha ji Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz xwest ji bo mîsogeriya mafê wan û yê xwendekaran çareseriyan pêk bînin.
Ev 3 meh e hikumeta veguhêz a Sûriyeyê mûçeyên zêdetirî 12 hezar karmendên li Siwêda û gundên wê rawestandiye.



