Koşka Spî diyar kir ku Amerîka der barê plana Trump de li benda bersiveke erênî ya ji Hemasê ye. Koşka Spî da zanîn ku Trump dê ji bo bersiva nerênî yan jî vekişîna Hemasê, xetên sor deyne.
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt got ku rêveberiya serokê Amerîkayê Donald Trump der barê plana wî de bersiveke erênî ji Hemasê hêvî dike.
Leavitt diyar kir ku eger Hemas planê red bike Trump ê xetên sor jê re deyne.
Leavitt detnîşan kir ku Trump 3-4 roj dane Hemasê da ku planê qebûl bike.
Girêdayî wê, Hemasê agahî dabû navbeynkarên li Dohayê ku pêkanîna planê di 72 saetan de tiştekî pir zehmet e û daxwaza dirêjkirina dema diyarkirî kir.



