Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava, silavên xwe ji Rêber Apo re şandin û gotin, nameya Rêber Apo ya ji bo Civata Êzidî, hêza wan a berdewamkirina têkoşînê xurttir kiriye.
Rêber Apo ji bo di şexsê Rêveberiya Xweser a Şengalê de ji bo Civata Êzidî nameyek şandibû.
Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava têkildarî nameya Rêber Apo daxuyanî da.
Jinên Êzidî silav li Rêber Apo kirin û gotin: “Rêber Apo rêya azadiyê û demokrasiyê nîşanî me da. Em ê hêviyên Rêber Apo yên jiyana hevbeş û birûmet a li ser bingeha netewa demokratîk bi dest bixin.”



