Serokê Rûsyayê Putin destnîşan kir ku plana Trump a ji bo Xezayê erênî ye û got: “Ev plan çirûska hêviyê ye.”
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di peyama xwe ya li Suchiyê de got ku plana serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo Xezayê erênî ye û got: “Ez bawer dikim di dawiya tunelê de ronahî heye.”
Her wiha berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zavharova berê gotibû ku gavên ku ji bo rewşa Xezayê tên avêtin hêjayî piştgiriyê ne.
Maria Zacharova diyar kir ku dewletên Ereban û yên Îslamî ji nav wan Filistîn bi erênî nêzîkî vê gavê dibin.



