QSD’ê şehadeta 4 şervanan ragihand. Diyar kir ku şervan li cihên cuda û ji ber sedemên cuda şehîd bûne.
QSD’ê destnîşan kir ku heta pêkanîna hêvî û xeyalên şehîdan wê têkoşîna xwe bidomîne.
QSD’ê yek bi yek behsa şehîdan kir, diyar kir ku şervanek di êrîşa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de, du şervan di qezayekê de û şervanek jî di encama nexweşiyeke xedar de şehîd bûye.
QSD’ê di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: “Ji bo azadiya gelê xwe heta ku em hêvî û xeyalên şehîdên xwe pêk tînin, heta ku em ewlekarî û îstiqrarê pêk tînin, em ê bi hemû hêz û biryardariya xwe ve têkoşîna xwe bidomînin.”
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Ferec Qemer El-Îd, nasnav Harûn, Li Til Hemîs – Xirbet Mûsa ji dayik bû, 29’ê Îlona 2025’an di êrîşa DAIŞ’ê de li Dêrazorê şehîd bû.
Nasnav: Harûn
Nav û paşnav: Ferec Qemer El-Îd
Navê dayîkê: Emîra
Navê bav: Qemer
Cihê jidayîkbûnê: Til Hemîs – Xirbet Mûsa
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor – Derinc- Encama êrîşa DAIŞ’ê -29`ê Îlona 2025.
Nasnav: Hemza
Nav û paşnav: Xalid Mihemed Hesen
Navê dayîkê: Zihêda
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayîkbûnê: Kobanê – Boxaz
Cih û dîroka şehadetê: Sirîn – Topbaran- Qezac di dema kar de-1`ê Cotmehaa 2025.
Nasnav: Mihemed
Nav û paşnav: Mihemed Mehmûd Şêx Hisên
Navê dayîkê: Fatma
Navê bav: Mehmûd
Cihê jidayîkbûnê: Kobanê – Mîl
Cih û dîroka şehadetê: Sirîn – Topbaran- Qezac di dema kar de-1`ê Cotmehaa 2025.
Nasnav: Hesen Elî
Nav û paşnav: Hesen Mihemed Elî
Navê dayîkê: Xûd
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayîkbûnê: Feyad
Cih û dîroka şehadetê: Reqa – Topbaran- Nexweşiyek dijwar-28`ê Cotmehaa 2025.







