Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re çû Girava Îmraliyê.
Şande di saetên ber bi nîvro de çû Îmraliyê.
Di şandeyê de Endamên Şandeya Îmraliyê Parlementerên DEM Partî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol hene.
Tê payîn piştî hevdîtinê şande daxuyaniyê bide.
Şandeya DEM Partiyê herî dawî 28’ê Tebaxê çû Girava Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anîn.



