Partiya Yekitiya Suryan daxuyand ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsê kuştina 2 ciwanên li bajarokê Enazê yê Humsê ye.
1’ê Cotmehê li bajarokê Enazê yê herêma Wadî El Nesara yê rojavayê Humsê 2 ciwanên xiristiyan; Wîsam û Şefîq Mensûr ku birayên hev in, hatin kuştin. Partiya Yekitiya Suryan derbarê kuştina her du ciwanan de daxuyaniyek da.
Partiya Yekitiya Suryan di daxuyaniyê de diyar kir ku qetilkirina her du ciwanan binpêkirina nirxên mirovî û welatparêziyê ye, di heman demê de wekî hedefgirtina hevgirtina pirrengiya civaka Sûriyeyê nirxand.
Partiyê daxuyand ku hikumeta veguhêz berpirsê vê sûcê ye û wiha domand: “Hikumeta veguhêz di aliyê parastina sivîlan de lawaz e û jî şêniyên wekî yên Wadî El Nesara bi xetereyan re tenê dihêle.”
Partiyê bêdengiya li hemberî vî sûcî wek tevkariya rasterast bi qatilan bi nav kir. Her wiha bang li aliyên têkildar kir ku qatilên her du ciwanan eşkere bikin û tavilê hesab ji wan bipirsin. Her wiha banga parastina sivîlan û rêgirtina li ber binpêkirinan kir.



