Hêzên artêşa Îsraîlê careke din ketin gundê Eyn Zîwan ê Quneytîrayê û 2 ciwanên gund gulebaran kirin.
Li gorî çavkaniyên xwecih, hêzên Îsraîlê careke din ketin gundê Eyn Zîwan û bajarokê Kodne yên Quneytîrayê.
Çavkaniyan da zanîn ku hêzên Îsraîlê li Eyn Zîwanê dema 2 ciwan dişopandin, ew gulebaran kirin.
SOHR’ê jî diyar kir ku leşkerên Îsraîlê bi 5 erebeyan ketine gundê Eyn Zîwanê.
1’ê Cotmehê dewriyeyeke leşkerî ya Îsraîlê ketibû gundê Seydayê û bendeke kontrolê ya demkî lê ava kiribû.



