Jinên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji Amedê ber bi Enqereyê ve dimeşin, gihaştin Amarayê. Jinan xwest êdî mafê hêviyê bi cih bê anîn û Rêber Abdullah Ocalan azad bibe.
Meşa bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) ku bi dirûşma ‘Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin’ ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest pê kir, di roja 3’yemîn de ye. Jin li navçeya Xelfetî ya Rihayê gihaştin mala li gundê Amara ku Rêber Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye.
Jin bi dirûşman ketin nava gund û ji aliyê birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û xizmên wî ve hatin pêşwazîkirin. Li hewşa malê wêneyekî mezin ê Rêber Abdullah Ocalan hate daliqandin û jinan govend gerand. Piştre jî daxuyaniyek hate dayîn.
Mehmet Ocalan ji meşvanan re axivî û got: “Bila rêya we vekirî be. Ev meşa we pîroz e. Tevgera jinê wê biçe Enqereyê û li wê derê li Meclîsê peyamê bide. Ji bo Serok û hemû girtiyan wê peyameke girîng bide.”
Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin jî got: “Di roja sêyemîn de em li Amarayê ne ku xakeke pîroz e ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd lê destpê kir. Em şehîdên Amarayê bi bîr tînin. Em zanin ku îro bi saya têkoşîna wan em xwedî hêviya aştî û wekheviyê ne.
Dengê jinên enternasyonal wê bigihêje armanca xwe. Azadiya Rêber Abdullah Ocalan wê pêk were.
Birêz Ocalan alîgirê aştiyê ye. Îro kî pêşî li aştî û azadiyê digire, em dixwazin ew teşhîr bibin. Bila êdî ‘mafê hêviyê’ bi cih bê anîn û em li bendê ne ku Birêz Ocalan azad bibe. Jin ji vê derê daxwaza azadiya Birêz Abdullah Ocalan dikin.
Ev meşa me gaveke dîrokî ye. Ev meşa me wê encamê werbigire. Ev meşa me ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan e.”
Piştî daxuyaniyê beşek ji perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo hate xwendin û jinan piştre meşa xwe ya ber bi Enqereyê ve dewam kirin.



