Li Dirbêsiyê, Til Temir, Çilaxa û Dêrikê bi hezaran kes ji bo piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin qadan.
Bi armanca şermezarkirina êrişên hêzên hikumeta veguhêz ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û ambargoya li ser her du taxan, li bajarên Dirbêsiyê, Til Temir, Çilaxa û Dêrikê meşên girseyî hatin lidarxistin. Di meşan de berxwedana şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat silavkirin.
Bi sedan şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û xwendekar li dijî êrişên hêzên hikumeta veguhêz ên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û dorpêça li ser her du taxan meşek li dar xist.
Girse ji Qada Jina Azad heya çerxerêya Gardînyayê meşiyan. Di meşên de dirûşmên silavkirina berxwedana şênî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên her du taxan hatin berzkirin û pankartên bi nivîsên “Em berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav dikin” hatin vekirin.
Meş li Çerxerêya Gardînyayê veguherî mîtîngê û deqeyek rêz hat girtin. Piştre bi navê Meclisa Gel a Dirbêsiyê rêvebera Kongra Star Rexda Şihada daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de êrişên hêzên hikumeta veguhêz ên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û ambargoya li ser her du taxan hatin şermezarkirin û hate gotin, hêzên hikumeta veguhêz bi derxistina van kiryaran pêkanîna peymanên ku bi meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re îmeze kiriye paşguh dike.
Hate gotin, berdewama êrişan gefan li ewlehiya Sûriyeyê dixwe û welat ber bi talukeyê ve dibe. Di dawiya daxuyaniyê de bang li raya giştî ya cîhanî hat kirin ku berpirsyariyên xwe li hemberî Sûriyeyê bi cih bînin, nehêlin alozî kûrtir bibe û sivîlan ji şerê navxweyî biparêze. Bang li hikumta veguhêz jî hat kirin ku êrişan rawestîne, rêyan veke, daxuyaniyên neyinî yên ku diyalogan asteng dikin, rawestîne û li şûna çekê diyalogan pêş bixe.
Li bajarê Til Temirê jî bi heman armancê meşeke girêseyî bi tevlêbûna bi sedan kesî hat lidarxistin. Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir. Girseya meşê dirûşmên şermezarkirina ambargoyê, banga hevgirtina gel û yekitiyê hatin berzkirin. Girse li rêya M4 sekînî û çalakiyek pêk hat. Li vir ji rêveberên Kongra Star Nûhat Şindî daxuyaniyek xwend.
Nûrhat diyar kir ku ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jiyana hevbeş û Rêveberiya Xweser dike armanc û got: “Ambargo xizmeta ewlehiya welat nake, lê belê êşan kûrtir dike û parçebûna zêdetir dike.”
Nûrhat anî ziman ku meşa wan îfadeya helwesta exlaqî û mirovî ya şêniyên Til Temirê ye û bi bîr xistin ku xelkê Til Temirê jî ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne û got: “Li dijî binpêkirinan e m piştgiriya tevahî herêmên Sûriyeyê dikin.”
Hevserokê Rêveberiya Dibistanan a Til Temirê Xidir El Ilêwî jî got, ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ambargoya li ser nixên ku ew ji bo wê dijîn e.
Pêkhateyên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê jî bi meşekê piştgirî dan taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Şênî ku ji çerxerêya Dala heya çerxerêya Şehîd Mahsûm meşiya bê navber dirûşmên silavkirina berxwedana şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê berz kirin.
Meş li çerxerêya Şehî Mahsûm sekinî û deqeyek rêz hat girtin.Hevserokê Meclisa Bajarê Çilaxa Feysel Hesen axivî. Feysel Hesen êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û wekî binpêkirina peymana 1’ê Nîsanê û hewldana têkbirina îradeya şêniyên her du taxan bi nav kir.
Hesen anî ziman ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li hemberî binpêkirinan bêdeng nemîne, lê dê pişgirtiya xwe bi hêzên xwe û berxwedana gel re bidomîne.
Endama Navenda Perwerdeyê Nizha Seyfedîn jî êriş şermezar kirin û li dijî êrişan jî banga hevgirtina nîştimanî kir.
Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê”, “Bijî QSD” û “Bijî Asayîş” bi dawî bû.
Li bajarê Dêrikê jî bi sedan Kurd, Ereb û Suryan ji bo piştgiriya şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daket qadan.
Şêniyan ji qada Azadî heya çerxerêya Şehîdan meşiyan. Di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana her du taxan û banga hevgirtinê hatin berzkirin.
Meş li çerxerêya Şehîdan sekinî û deqeyek rêz hat giritn. Bi navê meşvanan ji koberên Efrînê Merwan Hemo axivî û got: “Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewama serkeftinên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî hêzên cîhaîdest û tekfîrî ye. Berxwedan ji bo xurtkirina jiyana hevbeş e.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina êrişan û silavkirina berxwedana şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dawî bû.



